26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amerîka: Em hêvîdar in têkeliyên me bi Kurdistanê re bihêztir bibin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Amerîkî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan hêvî xwest ku pêwendî û têkeliyên wan bi Herêma Kurdistanê re di hemû waran de bihêz bibin.

Îro 23-7-2018 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Stephen Vaughan û şandeke pê re kir.

Di civînê de ku konsulusê berê yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Kin Gross jî tê de beşdar bû, behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê hate kirin û Kin Gross spasiya hikûmeta Kurdistanê kir ku di dema erkdariya vî de hevkariya vî kiriye û hêvî xwest ku heman hevkarî bo konsulusê nû yê Amerîkayê jî were domandin.

Şanda mêwan heriwha hêvî xwest ku têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê di hemû waran de bihêztir bibin û amadebûna xwe jî bo piştgîrîkirina prosesa siyasî li Iraqê û Kurdistanê diyar kir.

Di berdewamiya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê bo konsulusê berê yê Amerîkayê xwest û rola vê di warê pêşdebirina têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê de bilind nirxand.

Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kir ku Kurdistan berdewam dibe li ser hewldanên ji bo bihêztirkirina pêwendiyên xwe yên li gel Amerîka.

 

Nûçeyên têkildar