26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Asayişa Hewlêrê: Rewşa Hewlêrê aram e

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Rêveberiya Asayişa Hewlêrê beyanameyek derbarê êrîşa terorîstî ya ser avahiya parêzgariya Hewlêrê belav kir.

Di beyannameye Asayişa Hewlêrê de ku kopiyeke jê ji malpera KDP.info re hatiye şandin, hatiye ragihandin ku îro 23.07.2018ê demjimêr 07:12ê serê sibê sê çekdarên terorîst piştî gule berdan û birîndarkirina polîsekî ketine avahiya parêzgariya Hewlêrê.

Asayîşa Hewlêrê amaje bi şehîdbûna karmendeke îdarî yê parêzgeha Hewlêrê kir û kuştina her sê terorîstan ragihand û rûniştvanên Hewlêrê jî piştrast kir ku “Rewşa ewlehiya Hewlêrê aram e û hêzên asayişê berdewam di amadebaşiyê de ne bo şikandina her core hewl û planên dijmin û terorîstan. Nêzîk emê hûrgiliyên wê êrîşê belav bikin.”

Asayişa Hewlêrê wiha dibêje: “Me zû karî hersê terorîstan bikujin û ti karmendên me yên asayişê ziyan nedîtine. Lê wan terorîstan polîsek birîndar kirne û karmendek parêzgehê şehîd kirine.”


 

Nûçeyên têkildar