Çekdarê ketibûn Parêzgeha Hewlêrê hatin kuştin..Rewş aram e

Hewlêr-KDP.info- Îro çend çekdar derbasî nava avahiya Parêzgeha Hewlêrê bûn, lê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin kuştin û rewş niha aram e.
Serokê Frakisyona PDKê di Encumena Parêzgeha Hewlêrê Kenan Xeylanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku ew çekdar êriş kirin ser avahiya Parêzgeha Hewlêrê û derbasî nava avahiyê bûn, û pevçûn derket, niha hêzên ewlehiyê karîn wan çekdaran bikujin.”
Xeylanî wiha got: “Hêj nexuya ye ew çekdar kî ne û ser bi çi girûpekê ne û ji ber çi êrîş kirine, ku çayçiyê parêzgehê birîndar bû û ji ber giraniya birîna wî piştre şehîd ket û polîsek jî birîndar bû.”
Kenan Xeylanî wiha domand: “Bila xelkê Hewlêrê piştrast bin ji ewlehiya bajarê Hewlêrê û hêzên ewlehiyê di rewşa amadebaşiyê de ne.”




