26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Êdî Pêşmergeyên birîndar dê li Nexweşxaneya Pêşmerge bên dermankirin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku êdî hewce nake ku pêşmergeyên birîndar ji bo derveyî welat bên şandin ji bo dermankirinê, û dikarin li Nexweşxaneya Pêşmerge ya ku nêzîk amade dibe, derman bibin.

Nexweşxaneya Pêşmerge ev 10 meh tê avakirin. Hikûmeta Almanya xerc û pereyên avakirina wê nexweşxaneyê lixwe girtiye. Pereyên avakirina wê 4 milyon û 800 hezar dolar e.

Rêveberê Karûbarê Tendirûstiyê yê Wezareta Pêşmerge Lîwa Muhsin Zengene ji malpera KDP.info re ragihand: “Avakirina Nexweşxaneya Pêşmerge berdewam e û heta niha %70 ji nexweşxaneyê temam bûye û biryar e heta dawiya meha 9an a îsal ew 30ê mayî jî bidawî bibe. Piştî wê dê nexweşxane radestî Wezareta Pêşmerge bê kirin û piştre emê pêşwaziyê li Pêşmergeyên birîndar û nexweş bikin û wan derman bikin.”

Lîwa Muhsin Zengene wiha got: “Bi vekirina vê nexweşxaneyê êdî hewce nake ku Pêşmerge bo derveyî wan bên şandin.”

 

Nûçeyên têkildar