26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK: Bi qesdî dengê xelkê Şingalê hijmar nekirin.. Me gilî kiriye

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Berpirsê Şaxa PDKê li Şingalê Qadir Qaçax ragihand ku ji ber ku dengên xelkê Şingalê di hilbijartinan de nehatine hejmartin, PDKê gilî kir li dijî wan kesên ku bûne sedem ku dengê wan neyên hijmartin.

Piştî hilbijartinên Iraqê, hejmartina dengan destpê kir, lê dengên xelkê Şingalê yên ku koçber bûne û di kampan de ne, nehatin hijmartin. Piştre Parlamentoya Iraqê biryar da ku dengên hilbijartinan bi destan bê hijmartin, lê di hijmartinê de jî dîsa dengê wan nehatin hijmartin.

Derbarê wê yekê de, Qadir Qaçax ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku ji bo cara duyem 120 sinduqên xelkê Şingalê nehatina hijmartin, ku komîsyonê ew sinduq red kirin, duhî PDKê bi fermî gilî kir li ser wan kesên ku Bexda ew danîbûn, herwiha me gilî kiriye li ser wan kesên ku bûne sedem dengê xelkê Şingalê neyên hijmartin.”

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Bi qesdî dengê xelkê Şingalê hijmar nekirin ji bo ku ew deng nekevin ser Mûsilê û PDK nebe partiya yekem li wê parêzgehê. Her ji serî ve ew bernameya wan hebû ku dengê xelkê Şingalê betal bikin û cara yekê jî astengî derxistin ji hijmartina dengên xelkê Şingalê re û piştre komîteyek ji Bexdayê şandin û aşkere bû ku bi qesdî ew sinduq nehatine girtin ji bo ku ew deng bên şewitandin.”

Nûçeyên têkildar