Kerkûk- Kurdan ji karê wan dûr dixin û Ereban li şûna wan datînin

Kerkûk-KDP.info- Di berdewamiya dûrxistina berpirs û fermanberên Kurd ji karên wan li Kerkûkê, bi biryara îdareya Kerkûkê ya dagîrker, rêveberê giştî yê tendirûstiyê ku Kurd e ji karê wî hat dûrxistin û wek berpirsên din ên Kurd dê erebek li şûna wî bê danîne.
Piştî dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê hêzên Iraqê û Heşda Şeibî ve, Hikûmeta Iraqê jibilî bi erebkirina gund û navçeyên Kerkûkê, berpirs û fermanberên Kurd ji karê wan dûr dixe û Ereban li şûna wan datîne.
Cîgirê Berpirsê Encumena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyan a PDKê Diyarî Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “Îdareya Kerkûkê bi alîkariya Hikûmeta Iraqê berdewam in li ser dûrxistina berpirsên Kurd ji karê wan û di biryara herî dawî de Rêveberê Giştê yê Tendirûstiya Kerkûkê Dr. Kerîm Welî ku Kurd e, ji karê wî dûr xistine û kesekî Ereb li şûna wî danîne.”
Li gorî zanyariyên wî berpirsê PDKê, guhertina berpirsên Kurdan bi bername ye û dixwazin hemû Kurdan ji karê wan dûr bixin û Ereban li şûna wan deynin, ku tenê ji ber kurdbûnê wan ji karê wan dûr dixin. Eger bêjin çima dewamê xwe nakin, Dr. Kerîm Welî her dewam dike û ji Kerkûkê derneketiye.”




