26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îran gundên Başûrê Kurdistanê topbaran kir

Çavkanî: KDP.info

Hacî Omran-KDP.info- Rêveberê Nahiyeya Hacî Omran Ferzink Ehmed ragihand ku Îranê careke din îro navçeyên sînorî ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve topbar kir û ziyanên canî û madî hene.

Ev demeke dirêj e ku Îranê ew navçeyên sînorê topbar nekiribûn, lê îro careke din ew gundên ku dikevin aliyê Başûrê Kurdistanê topbaran kir.

Rêveberê Nahiyeya Hacî Omran Ferzink Ehmed derbarê wê topbarana Îranê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro saet 1 û nîvê nîvro topxaneyên Îranê careke din navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran kirin.”

Ferzink Ehmed wiha got: “Topxaneyên Îranê li navçeyên Balekayetî dan û di encama wan topbaranan de ziyanên canî hebûne û çend kes birîndar bûne û ziyanê madî jî gelek hene û gelek erd û rez û dar hatine şewitandin.”Îran gundên Başûrê Kurdistanê topbaran kir


Hacî Omran-KDP.info- Rêveberê Nahiyeya Hacî Omran Ferzink Ehmed ragihand ku Îranê careke din îro navçeyên sînorî ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve topbar kir û ziyanên canî û madî hene.

Ev demeke dirêj e ku Îranê ew navçeyên sînorê topbar nekiribûn, lê îro careke din ew gundên ku dikevin aliyê Başûrê Kurdistanê topbaran kir.

Rêveberê Nahiyeya Hacî Omran Ferzink Ehmed derbarê wê topbarana Îranê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro saet 1 û nîvê nîvro topxaneyên Îranê careke din navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran kirin.”

Ferzink Ehmed wiha got: “Topxaneyên Îranê li navçeyên Balekayetî dan û di encama wan topbaranan de ziyanên canî hebûne û çend kes birîndar bûne û ziyanê madî jî gelek hene û gelek erd û rez û dar hatine şewitandin.”

Nûçeyên têkildar