Operasyona Pêşmerge û Hevpeymanan li Mexmûrê berdewam e

Mexmûr-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Eniya Mexmûrê dibêje, Hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di yekem roja operasyona xwe de li dijî DAIŞê li Çiyayê Qereçûx, karîn derbeyeke mezin li DAIŞê bidin û ziyaneke mezin bighînin wan terorîstan û îro jî ew operasyon berdewam dike.
Ev demek e ku ji ber nebûna Hêzên Pêşmerge li sînorê Mexmûrê terorîstên DAIŞê dîsa li wir bihêz bûne û tevgera wan zêde bûye, lewma jî Hêzên Pêşmerge bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî duhî li Çiyayê Qereçûx dest bi operasyoneke mezin kirin bo jinavbirina wan terorîstan.
Derbarê wê operasyonê de, Lîwa Ziryan Şêx Wesanî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Mexmûrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Duhî Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Qereçûxê dest bi operasyonekê kirin li dijî DAIŞê û karîn wê bernameya ku ji wan re hatibû danîn, cîbicî bikin û ew cihên ku ji wan re hatibûn diyarkirin, hemû hatin kontrolkirin û derbeyeke mezin li wan terorîstan ket.”
Derbarê ziyanên DAIŞê wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “DAIŞ gelek ziyan dît û gelek kuştiyên wan hene. Lê heta niha em bi temamî hejmara kuştiyên wan nizanin. Ji ber ku hêj ev operasyon bidawî nebûye û dê berdewam be heta ew tevgera DAIŞê ya ku heta niha jî heye, nemîne û em bernameyê ji wê yekê re datînin.”




