Êran xizmetgwizariyê li deverên Kurdî nake

Resul Xizrî endamê Kurd yê perlemanê Êranê li perlemanê Êranê ragehand ku ew deverên Kurd lê akincî ne çu pirojeyên xizmetgizariyê lê nahête kirin û ji ber wê yekê jî rewşa jiyana gelek deverên Kurdî li Êranê xirab dibe û ew yek jî dibî egerê hindê bawerya xelkê bi dewletê nemînî, ji ber wê yekê divêt êdî ew cudahî nemîne û dewlet bi rengekî yeksan reftarê li gel welatiyan bike




