26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Siyaseta petrolê ya Herêma Kurdistanê serkeftî ye

Çavkanî: KDP.info

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl petrol hinarde dike û wiha axivî: “Ev jî nîşana serkeftina siyaseta petrolê ya Herêma Kurdistanê ye.”

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de digel malpera bi navê 'marcopolis.net' de diyar kir ku Herêma Kurdistanê di heyama 20 salên borî de gelekî pêşketiye lê hê jî gelek kar mane da ku paşeroja gelê Kurdistanê bê garantîkirin.

 

Serokwezîr Barzanî ragihand ku astengên navxweyî pêwîstî bi demek zêde hene ku bên derbaskirin û wiha axivî: “Ji ber ku gelê me ji hikûmetê daxwaza xizmetguzarî û karên zêdetir dike. Çend sal berê dabînkirina av û elektrîkê xem û pêtiviyên sereke yên gelê me bûn lê niha meseleya zelalbûnê bûye rojeva sereke ya gel.”

 

Li bara nehîştina gendeliyê de jî Barzanî wiha anî ziman: “Em berdewam bi hinek sazî û navendên navxwe û derve re kar dikin ku qanûnên pêwîst ji bo nehîştina gendeliyê bên pesendkirin. Li gorî min gelê me piştgiriyê dide bernameyên me û dizanin ku tiştên wiha pêwîstî bi dem e.”

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di bersiva pirsa ku gelo bernameya we ya ji bo refomên navxweyî çiye de got ku ew di çarçoveya Iraqek nû ya federal de pişta xwe bi xwe ve girêdidin ji ber ku Herêma Kurdistanê di heyama çend salên borî de kariye pîşesaziya petrol û gazê bi sûda hemû Iraqê pêş bixe û wiha domand:“Serkeftina siyaseta petrola Herêma Kurdistanê jî bûye sedema wê ku em rojane 250 hezar bermîl petrol hinarde bikin û dirafên pêwîst bo pêşxistina kertên çandinî û tenduristiyê peyda bikin.”

 

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de da zanîn ku ji sala 2006 ve heta niha zêdetirî 22 milyar dolar sermiyan hatiye Herêma Kurdistanê û siyaseta hikûmetê jî dê li ser vê yekê bidome û sermiyana zêdetir rakêşe Kurdistanê û ev jî dibe faktorek ji bo pêşketina Iraqê.

 

Marcopolis şîrketek navdewletî ya taybet e û li ser înternetê kar dike û navenda wê ya giştî li paytexta Fransa, Parîsê ye û nûnertiyên wê li Amerîka, Brezîlya û çîkê heye. Malpera marcopolis.net jî sala 2007 ji aliyê şîrketê hatiye damezirandin.

Rûdaw

Nûçeyên têkildar