26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Farnsa: Berpirsên kuştina 3 jinên Kurd dê bêne eşkere kirin

Çavkanî: KDP.info

Wezîrê navxweyê Farnsa di daxûyaniyekî da ragehand ku wezareta navxwe bi hemû hêzên xwe ve rûdana tîrorikirina he sê jinên çalakivanên kurd vedikole û hindek belge kevitine destê wan û ragehand ku ew sersaxyê ji gelê Kurd ra dixwaze.


Rojnamevan Ronay Zanager di daxûyaniyekî da bo evro diyarkir ku hêzên ser bi wezareta navxwe û tîmên vekolînên taybet vekolînekî mezin dane despê kirin da ku encamderên kiriyara tîrorîstî aşikira bikin û got: (wezîrê navxwe yê Farnsa di kongireyekî rojnamevanî da li parîsê ragehand ku ew nahêlin rûdan sar be û dê di demekî nêzîk de tîrorstên ku kiriyara ne mirovî encam dayine desteser bikin û vekolîn bi rengekî lez pêşve diçe).


Herwesa berpirsê hêzên êmnahiyên parîsê di daxûyaniyekî da aşikira kir ku otomobîlekî bombebarikirî li nêzîkî avahiya Kurdistan înformasiyon da dîtine û bi hûrî vekolînê li ser otomobîlê dikin û got: (aşikirakirina vê kiriyara tîrorstî erikê me ye û ew yek bo navê mezinê Firensa û dîmokirasiya uropa gelek giring e).


Li aliyê dî li welatên Ewuropa, Ustiraliya, Keneda û bakurê Kurdistanê û Turkiya xwenîşadanên şermezarikirina kiriyara tîrorstî ya li dijî siyasetmedarên kurd berdewam dike û di xwenîşadana li cihê rûdanê da bi hizaran kes ji revenda kurd ya ji her çiwar parçeyên Kurdistanê û dostên gelê kurd û sazî, sendîkayên kirêkaran û komeleyên mafê mirovî û part û aliyên siyasî yên Kurdistanî pişkdariyê kirin û leyla zana endama perlemanê Turkiya di axivtina li berdem xwenîşanderan da ragehand ku gelê kurd zulim û zordariyê qebul naket û çu kes û alî û hêzên nêvdewletî neşên kurdan ji doza azadyê dûr bikin û got: (gelê kurd bi hemû tax û çînên xwe ve zêdetir bi hevra hatine girêdan û xudan li rumet û kurdayetiya xwe derdikevin).


Serokê parta komunîsta Firensa jî di axivtina xwe de ragehand ku ew bi çi rengekî zulim û zordariya li ser gelê kurd qebul naken û got: (dema wê yekê hatî ye Ewropa rastiya Kurdan bibîne û parta kirêkarên Kurdistanê ji lîsta tîrorstî ya yekîtiya Ewropa derxîne

Nûçeyên têkildar