26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Bo Kurdistanê sê pîvanên sereke girîng in ne kursî û kes

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Partiya Komunist a Iraqî û şanda pê re kir û di wê hevdîtinê de got ku bo Kurdistanê hersê pîvanên sereke ku şeraket û tewafuq û hevsengî ne, girîng in ne kursî û kes.

Îro Çarşema 04.07.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Rayîd Fehmî Sekreterê Partiya Şu'î (Komunist) ya Iraqî û şandekî li gel kir.

Di hevdîtinê de Sekreterê Partiya Şu'î ya Iraqê nêrîna partiya xwe ya di derbarê proseya siyasiya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran ji bo Serok Barzanî şîrove kir û hêviya ewe jî xwest ku piştî derketina encamên fermî hemû aliyek bikarin şerîk bin li proseya siyasiya Iraqê.

Her di vê hevdîtinê de şanda mêhvan tekez li wê yekê kir ku partiya Şu'î ya Iraqê dixwazê beşdarê rasteqîneyê hemû aliyek be li hikûmeta pêş de û eve jî xiste rû ku dixwazin ku hevpeymaniya Sayîrun helwesteke erênî li ser daxwaz û mafên gelê Kurdistanê hebê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo helwesta Partiya Şu'î ya Iraqî hebû û tekez li wê yekê kir pêkhatina hikûmeta paşarojê ya Iraqê pêwîst e li ser bingeha sê pîvanên şeraket û tewafuq û hevsengiyê bê û her wiha bi cîhkirina wan bingehan pêwîstî bi diyarkirina mîsogerî û mekanîzma zelal û her wiha yek alîkirina hemû naverokane, eve jî pêwîst e berî diyarkirina kesayetiyan ji bo wergirtina postan encam bidin û her wiha ji aliyê Herêma Kurdistanê ve prensîp û mekanîzma bi cîhkirinê û hebûna mîsogerî ewlewiyeta serekiye neku kesayetî û kursî.

Nûçeyên têkildar