Nêçîrvan Barzanî: Almanya di demên dijwar de alîkariya me kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Konsulusê Almanya civiya û di wê hevdîtinê de spasiya hikûmeta Almanya kir ku di demên dijwar de alîkariya Herêma Kurdistan kir.
Îro 4-7-2018 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Almanyayê yê li Hewlêrê Georg Stöckl-Stillfried, û şandeke pê re kir.
Di destpêka civînê de Konsulusê Almanyayê Georg Stöckl-Stillfried, diyar kir ku armanc ji vê serdana han xatir xwestin ji rayedarên Kurdistanê ye jiber ku dema erkdariya vî weke Konsulusê Almanyayê bi dawî hatiye.
Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de spasiya dezgehên hikûmeta Kurdistanê kir ku di dema pîwerdariya vî de hevkariya vî kirine û diyar kir ku têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê di asteke baş dene û hêvî xwest ku ev têkiliyên han bihêztir bibin.
Di beşeke din a civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê jî hêviya serkeftinê bo Konsulusê Almanyayê xwest û spasiya vî kir ku di dema pîwerdariya xwe de hewl daye da ku têkiliyên navbera Kurdistan û Almanayê bihêztir bibin û kêfxweşiya xwe jî ya li hember baş bûna asta têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê diyar kir.
Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya hikûmeta Almanyayê jî kir ku di demên dijwar û zehmet de hevkariya Kurdistanê kiriye.
Di beşeke din ya civîna han de behsa prosesa siyasî ya Iraqê, ava kirina hikûmeta nû ya Iraqê û rola Kurdistanê di hikûmeta nû ya Îraqê de hate nîqaşkirin.




