Nêçîrvan Barzanî: Nabe PKK ji axa Herêma Kurdistanê êrişî Tirkiyê bike

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku ji bo gotûbêjkirina peywendiyên dualî dibe ew di demeke guncaw de serdana Tirkiyê bike. Herwiha got, nabe PKK ji axa Herêma Kurdistanê êrişî Tirkiyê bike û dîsa vegere Herêma Kurdistanê.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civîneke çapemeniyê saz kir û bersiv da pirsên li rojevê hene.
Serokwezîr Barzanî derbarê naveroka civîna Encêmena Wezîran de ragihand, ku Kompanyaya Deloitte bi hûrgûlî rapora xwe ya 6 mehan, wate 3 mehên dawîn ên sala 2017ê û 3 mehên destpêkê yên sala 2018ê ya derbarê hinardekirina petrola Kurdistanê pêşkeş kirye.
Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku di çend rojên pêş me de dê hemû hûrdekariyên vê raporê bi tevê datayan ji raya giştî re were eşkerekirin.
Li ser pirsa derbarê dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de Serokwezîr Barzanî eşkere kir, ku ew bi rijd in hilbijartin di dema xwe de werin kirin.
Derbarê mûçeyên karmend û fermanberên Kurdistanê û herwiha nîgeraniyên mamosteyan jî Nêçîrvan Barzanî eşkere kir, ku ya giring ew e mehê carekî meaş werin dabeşkirin ne giringe ka kîjan wezaret dê destpêkê werbigre û kîjan paşî.
Nêçîrvan Barzanî li ser mijara peywendiyên ligel hikûmeta Iraqê û nîgerniyên aliyan ên li ser encamên hilbijartinên Iraqê jî axivî û got: “Di peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de rûpeleke nû vebûye û em dixwazin hemû pirsgirêk bi riya diyalogê werin çareserkirin. Lê hêj nediyare ka dê hikûmeteke çawa were avakirin. Ji bo nîgeraniyên aliyan ên li ser encamên hilbijartinan me berê jî ragihandibû, ku em ne li dijî ne deng bi dest werin hejmartin.”
Li ser pirsekê Serokwezîr Barzanî amaje bi peywendiya telefonî ya li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir û got: “Di wê peywendiyê de ji ber serkeftina di hilbijartinan de min birêz Erdogan pîroz kir. Me li ser pêşvebirina peywendiyên Hewlêr û Enqereyê axivî.”
Nêçîrvan Barzanî behsa serdana Enqerê jî kir û anî ziman ku ji bo pêşvebirina peywendiyan dibe ew di demeke guncaw de serdana Tirkiyê bike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsekê de li ser operasyona Tirkiyê û zirardîtina welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê got, ku ew ji wê rewşê nîgeran in, lê belê sedema wan operasyonan û wê rewşê, PKK ye.
Nêçîrvan Barzanî got: “Em gelek nîgeran in ku welatiyên sivîl di her operasyoneke leşkerî de zirarê dibînin, lê belê rastiyek heye, çima ew operasyon li Herêma Kurdistanê tê kirin, ji ber ku PKKê gelek cihên Herêma Kurdistanê dagîr kiriye û li wan deran li dijî Tirkiyê êrişan pêk tîne.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê prensîpekê diparêze û ew jî ev e, ku çênabe ti hêzek, çi PKK be yan jî aliyên opozisyona Îranê, ku ji axa Herêma Kurdistanê ve êrişî Tirkiye, Îran û welatên cîran bikin.
Herwiha da zanîn, ku wan daxwaz ji PKKê û opozisyona Îranê kiriye, ku nabe ji axa Herêma Kurdistanê ve êrişan pêk bînin û divê sînorek ji tevgerên wan re hebe. Serokwezîrê Barzanî tekez kir, ku bi wan tevger û çalakiyên ku PKK û opozisyona Îranê dikin, ti hevkariya Herêma Kurdistanê nayê kirin.
Di nava 3 rojan de li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê di enbarên çekan de teqîn pêk hatin. Li ser van teqînan Barzanî da xuyakirin hikûmetê li gel Wezareta Pêşmerge komîsyoneke lêkolînê ava kiriye dê ev mijar were lêkolînkirin.
Serokwezîr Barzanî li ser mijara hinardekirina petrola Kerkûkê jî got: “Em amade ne petrola Kerkûkê bi riya boriya Kurdistanê bişînin Tirkiyê. Me çend caran ev nêrîna xwe ji berpirsên Bexdayê re jî aniye ziman.
Derbarê rewşa Kerkûkê û vegera pêşmergeyan jî Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku ew ji rewşa ewlekariya Kerkûkê pir nîgeran in û ji bo vegera pêşmerge bo Kerkûkê ji aliyê Bexdayê ve ti daxwazek ji wan re nehatiye.
Li ser pirsa “gelo di hilbijartinên Kurdistanê de dê ji Êzdiyan re kota were danîn Nêçîrvan Barzanî got: “Danîna kotaya Êzidîyan ez bi navê xwe baş dibînim û piştgirî didim.”




