Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Profesor Efram Îsa Yusif

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê akademî û niştîmanperwer Profesor Efram Îsa Yusif gihîşt me. Bi vê helkefta xemgîn de serxweşiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û dost û naskiriyên xwedê jêrazî û xuşk û birayên Mesîhiyên Kurdistanê dikim û hevbeşê xema wanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê û ruhê Profesor Efram şad bê.
Mesûd Barzanî
03.07.2018




