Mesûd Tek: Pêwîst e hemû aliyên Tirkiyê peyama Serok Barzanî qebûl bikin

Dihok-KDP.info- Serokê Partiya Sosyalist a Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê Mesûd Tek dibêje peyama Serok Barzanî bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî li Tirkiyê pêngaveke pîroz e ji bo hemû aliyan û pêwîst e hemû aliyên Tirkiyê wê peyamê qebûl bikin.
Serok Barzanî bi boneya hilbijartinên Tirkiyê peyamek belav kir û tê de hêvî xwest ku ev proseya domokratîk li Tirkiyê deriyeke nû veke ji bo çareseriyeke aştiyane ji doza gelê Kurd re li Tirkiyê û herwiha ev prose bibe sedem ji bo kêmkirin û nehiştina pirsgirêkên navçeyê bi şêweyeke aştiyene ku aramî belav bibe.
Derbarê wê peyamê de, Mesûd Tek ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew peyama Serok Mesûd Barzanî peyameke girîg û bi wate bûye û pêwîst e hemû aliyên Kurdî wê peyamê qebûl bikin, ji ber ku daxwaza çareseriyê kiriye û çareserî di berjewendiya hemû aliyan de ye.”
Mesûd Tek wiha got: “Ev ne cara yekê ye ku Serok Barzanî vê daxwazê ji gelê Turk û Kurd dike û Serok Barzanî çareseriyeke aştiyane û bi diyalog ji pirsa Kurdî li herçar perçeyên Kurdistanê re dixwaze ji bo ku xwîna ti ciwanekî Kurd nerje, ji ber ku şer û alozî ne di berjewendiya ti aliyekî de ye.”




