Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîka rewşa Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Amerîkî kir û di wê hevdîtinê de rewşa navçeyê bi giştî û Sûriye û Iraq bi taybetî û pêngavên li dijî tevgera vê dawiyê ya DAIŞê gotûbêj kirin.
Îro Sêşema 3-7-2018 Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Senatorî Amerîkî Lînsî Graham û Balyozê Amerîka li Iraqê Doglas Sîlîman û Konsulê Amweîka li Kurdistanê Kîn Gros û şanda dîplomatîk û leşkerî ya ligel wan kir.
Di wê hevdîtinê de behsa pêşwaziya Herêma Kurdistanê ji koçberan re û mêrxasiya Hêzên Pêşmerge û gefên DAIŞê li ser hemû pêkhateyan û alîkariyên mirovî û leşkerî yên Amerîka ji bo Herêma Kurdistanê hatin kirin.
Herwiha behsa mafên pêkhateyên cuda li Iraqê û çêkirina derfetekê ji bo vegera koçberên Iraqê yên li Kurdistanê hat kirin û derbarê vê yekê de Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê vê yekê de ji her alîkariyekê re amade ye.
Derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê jî Serokwezîrê Kurdistanê hêvî xwest ku proseya siyasî li Iraqê ber bi pêşve biçe û got ku ew amade ne ku bibin beşek ji wê proseya siyasî û çareseriyê li Iraqê, bi awayekî ku mafê gelê Kurd û hemû pêkhateyan li gorî destûr parastî be.
Şanda Amerîkî û Nêçîrvan Barzanî rewşa navçeyê bi giştî û ya Iraq û Sûriyê bi taybetî û pêngavên li dijî tevgera vê dawiyê ya DAIŞê gotûbêj kirin.




