26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî ligel Erdogan axivî

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê ligel Serokmarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan axivî û herdû aliyan tekez kirin li ser bihêzkirina pêwendî û têkeliyên di navbera Hewlêr û Enqere de.

Dûşema 2-7-2018 Nêçîrvan Barzanî û Erdogan bi telefonê bi hevre axivîn û di serî de Serokwezîrê Kurdistanê gerimtirîn pîrozbahî li Erdogan kiriye ji ber serkeftina wî û ya partiya wî di hilbijartinên Tirkiyê de û hêviya serkeftinê jê re xwestiye. Herwiha Erdogan jî ji aliyê xwe ve spasiya Nêçîrvan Barzanî kiriye.

Herwiha herdû aliyan behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de kirine û tekez kirine li ser pêşxistina pêwendiyên xwe di hemû waran de, û herdû aliyan tekez jî kirine ku pêwendî û têkeliyên Hewlêr û Enqere girîng in.

Nêçîrvan Barzanî û Erdogan herwiha behsa rewşa navçeyê û pêşhatên dawî û çend mijarên din kirine.

 

Nûçeyên têkildar