PDK: Em ji hilbijartinan re amade ne û em navê berbijêrên xwe hazir dikin

Hewlêr-KDP.info- Endamê Serkirdatiya PDKê Elî Ewnî PDK ji hilbijartinên Kurdistanê re amade ye û şaxên wê li bajaran mijûlê wê yekê ne ku navê berbijêrên PDKê amade bikin.
Elî Ewnî ji malpera KDP.info re ragihand: “100% PDK ji hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re amade ye û me ji bo hilbijartinan amadekarî kirine û em mijûlî amadekirina navên kandîdan e.”
Ewnî wiha got: “Hilbijartin mafekî sirûştî yê xelkê ye û nabe ev hilbijartin paş bikevin, ji ber ku ti hêncetek ji paşxistina wan re tune ye. Divê hilbijartin di dema xwe de birêve biçe, ji bo ku ti muzayede nemînin.”
Wî endamê serkirdatiya PDKê wiha domand: “Divê hilbijartinên encûmenên parêzgehan jî birêve biçin û nabe valahî dirûst bibe, ji ber ku niha Goran û YNK li Parlamentoya Kurdistanê amade nabin dengê xwe bidin projeya çaksaziyê.”




