Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan dê alîkar be ji destpêkirina proseya siyasî ya Iraqê re

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Misrê li Herêma Kurdistanê kir û di wê hevdêtinê de ragihand ku Herêma Kurdistanê dê alîkar be ji destpêkirina proseya siyasî ya Iraqê re.
Îro Çarşema 27-6-2018 Nêçîrvan Barzanî û Tamir El-Milêcî konsulê Misrê civiiyan û di wê hevdîtinê de El-Milêcî hêvî xwest ku di karê xwe de wek konsulê welatê Misir serkeftinê bidest bîne û têkeliyên Misir û Herêma Kurdistanê zêdetir pêş bikevin.
Di wê hevdîtinê de behsa pêwendiyên dîrokî yên di navber Misir û Herêma Kurdistanê hat kirin û amaje bi çawaniya pêşxistina wan pêwendiyan ji aliyê rewşenbîrî û bazirganî û aborî û aramiyê ve hat kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê got ku asoyeke zelel heye û rewş dê ber bi başiyê ve biçe, ku şîrket û veberhênerên Misrê dê karibin bên li Kurdistanê kar bikin û têkeliykên herdû aliyan dê zêdetir bihêz bibin.
Herwiha herdû aliyan behsa proseya siyasî li Iraqê kirin û amaje bi hilbijartinên Iraqê û avakirina hikûmeta nû ya Iraqê kirin û Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê dê alîkar be ji destpêkirina proseya siyasî ya Iraqê re.




