26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê NY: Pêwîst e hikûmeta Iraqê bilez pêk were

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nunerê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê civiyan û di wê civînê de herdu aliyan tekez kir ku pêwîst e hikûmeta Iraqê bilez pêk were

Îro 26-6-2018 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunerê tabetî yê Sekreterê giştî yê NY bo karûbarên Iraqê Jan Kubiş û şandeke pê re kir.

Di civînê de behsa rewşa siyasî ya Iraq, prosesa hilbijartinên Iraqê kirin û tekez li ser lez kirinê di diprosesa hijmartina dengan de kir bo ku fikar û dilgiraniyên ti aliyekî li ser encamên hilbijartinan nemînin.

Di berdewamiya civînê de Nêçîrvan Barzanî û Kubiş li ser lez kirin di avakirina hikûmeta nû bi awayekî ku tevahiya aliyan hembêz bike û xwedan bernameyeke baş be, hemfikir bûn.

 

Nûçeyên têkildar