Kurdistan û Yekîtiya Ewropa têkeliyên xwe bihêztir dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke Yekîtiya Ewropayê çend mijar gotûbêj kirin û tekez kirin li ser bihêzkirina Herêma Kurdistnê û Yekîtiya Ewropa.
Îro 26-6-2018 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê yê li Îraqê Ramon Bekova û şanda pê re kir.
Di civînê de her du alî behsa wan kêşe û arîşeyan kir ku li berdem ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê bûne asten û her du alî li ser lez kirin bo çareser kirina kêşeyên heyî û destpê kirina diyalogê bo damezrandina hikûmet û rola bibandor ya aliyên Kurdistanî jî bo ava kirina hikûmeta îraqê hemfikir bûn.
Di berdewamiya civînê de behsa hevkariyên YE yên di warê însanî û pêşde birina dezgehên hikûmeta Kurdistanê hate kirin û di vê derbarê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hevkariyên YEê bo Kurdistan û Îraqê bigirîng wesif kir û got: “Ew hevkariyên han bo wergirtina ezmûn û psportiyê bo me gelek baş in.”




