Mesrûr Barzanî: Pêwîst e ewlehiya navçeyên Kurdistanî bi hevahengî birêve biçe

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê li gel cîgirê fermandarê hêzên hevpeyman li Iraq û Sûriyê civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku pêwîst e ewlehiya navçeyên Kurdistanî bi hevahengiyeke hevbeş birêve biçe.
Îro 26.06.2018ê Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel cîgirê fermandarê hêzên hevpeymanan li Iraq û Sûriyê Wolter Payet û şanda li gel civiya.
Hevdîtinê de pêşketinên dawî yên li navçeyê û pêşxistina zêdetir a mekanîzmayeke hemahengiyê di navbera hêzên peyvendîdar de û herwaha li dijî gefa terorîzmê rawestan hatin guftûgo kirin.
Mesrûr Barzanî ragehand, nirx û giringiyek mezin a asayî kirina rewşa navçeyên Kurdistanê yên dervey îdareya herêma Kurdistanê heye û alîkariyên zêdetir bo hêzên Pêşmerge pêwîste ku rê li tevger û gefên terorîstan bigre. Herwaha amaje bi vê yekê jî kir ku pêwîste dosyeya ewlehiya navçeyên Kurdistanê yên dervey îdareya herêma Kurdistanê, bi hemahengiya giştî ya aliyên peyvendîdar ve birêve biçe.’’
Li hember vê jî cîgirê fermandarê hêzên hevpeyman ragehand, hemahengiya di navbera hêzên hevpeyman û Pêşmerge di şerê dijî terorîstan de bilind nirxand û teqez kir, ku hêzên hevpeyman dê alîkarî, perwerde û piştevaniya hêzên Pêşmerge de berdewam bibin.




