Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Erdogan kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber serkeftina di hilbijartinan de peyameke pîrozbahiyê ji Serokomarê Tirkiyê Erdogan re şand û got: “Di serdema we de gelek qedexeyên nedadperwer hatine rakirin.”
Serokwezîr Barzanî bi peyamekî nivîskî serkeftina Serokomarê Tirkiyê Erdogan û partiya wî AK Partî ya di hilbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyê de pîroz kir.
Nêçîrvan Barzanî got: “Di serdema we de peywendiyên Komara Tirkiyê û Herêma Kurdistanê pêşkeftinên mezin tomar kirin û vê yekê jî bandoreke pir baş li aramî û pêşkeftina jiyana xelkê kir û ji bo navçeyê jî bû mînakeke pir giring.”
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, ku piştî vê pêvajoyê jî Herêma Kurdistanê heweke herdem dixwaze peywendiyên herdu aliyan berdewam bibin û pêşve biçin.
Di dawiya peyama xwe de Serokwezîr Barzanî bakişande ser gotara serkeftina Erdogan got: “Di serdema we de qelek qedexeyên nedadperwerî hatin rakirin. Hêvîdar in niha jî careke din hemû alî ji bo aştiyê hevkariya we yê birêz bikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî piştgiriya hemû hewlên ji bo çareseriya aştiyane ya hemû pirsgirêkên navçeyê dike.”




