Kuştara bajêroka Hewle cîhan hejand

Supayê Beşar El-Esed bi roket û mûşekan kefte ber gîyana bajêroka " Hewle ya ku bi ser bajêrê Himsê ye" û di encamê de 112 kes ku piranîya wan zarokin, hatin kuştin.
Di evê derbarê de li gorî siteya " Elşerqewsat" wezîrê derveyê Brîtanîya " William Hague" daxwaza vekombûneka bi lez a encumena asayşa navdewletî kir û got pêdivîye " komelgeha navdewletî bersiveka bi lez bide".
Herweha encumena welatên kendavên Ereb ev kuştara han şermezar kir, ku " kuştara Hawle cîhan hejand" tê de 112 kes hatin kuştin jê 50 zarokin û bi amûrên tûj hatine kuştin.
Emîndarê giştîyê evê encumenê "Ebdulatîf El-Zeyanî" di beyannameyekê de ragihand, ku " her şeş welatên evê encumenê evê kuştara han ya ku li bajêroka Hewle çêbûye şermezar dikin, em gelekî nîgeranin li wan buyerên dawîyên li Sûrîya tên encamdan".
Herweha El-Zeyanî weha jî got, em daxwaza civaka navdewletî dikin ku berpirsîyaretîya xwe li hember evê kuştarê dervikeve".
Her di evê derbarê de wezîrê derveyê Almanîya " Guido Westerwelle" ev kuştara han şermezar kir û herweha wezîrê derveyê Feranse " Laurent Fabius" ragihand, ku Feranse evê "kuştarê" şermezar dike û got, " ez niha pêwendîyan dikim da ku em kombûnekê ji bo dewletên dostên gelê Sûrîya li Parîsê lidarbixin.
Serokê şanda çavdêrên navdewletî li Sûrîya " Robert Mudd" ragihand, ku piştî vekolîna wan weha derkeft, " di kuştara Hewle de tank hatine bi karanîn".
Wek tê xuyakirin, ji destpêka şoreşa Sûrîya ya ku ji 15 adara 2011 hatîye encamdan, hêzên supayê Sûrîya bi hezaran kes kuştine û çekên giran wek tank û hawin li hember evê şoreşê derketîye.




