Usman: Pêwîst e NY mafê Kurdan di hikûmeta Iraqê de garantî bike

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Usman dibêje yekrêzî bihêztirîn kert e ji Kurdan re li Bexdayê û pêwîst e aliyên siyasî yên Kurdistanê bikevin nava wê hevpeymaniyê ya ku zêdetir piştevaniyê li Kurdan û li mafên Kurdistanê dike û herwiha pêbendî destûr dibe.
Dr. Mehmûd Usman ji malpera KDP.info re behsa pirsgirêka pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir û ragihand: “Pêwîst e Kurd bi yekgirtî biçin Bexdayê û li wir hemû pêkve ligel aliyên Iraqê danûstandinan bikin, ji bo ku tevlî wê hevpeymaniyê bibin ya ku zêdetir piştevaniyê li Kurdan dike û mafên Herêma Kurdistanê nas dike û herwiha pêbendî destûrê Iraqê dibe.”
Usman wiha got: “Xala bihêz a Kurdna li Bexdayê yekgirtina wan e, herwiha rijdbûna li ser cîbicîkirina destûr e, ji ber ku tiştên baş ji Kurdistanê re tê de hene. Aliyên Kurdî eger li Bexdayê neyek bin dê nikaribin destûr cîbicî bikin û dê tiştekî bidest nexin. Pirsa Kurdan li Bexdayê giştî ne û ne hizbî ne.”
Wî siyasetmedarê Kurd wiha domand: “Parlamentoya Iraqê ji bo mafên Kurdistanê bi tenê tiştek ji destê wê nayê, pêwîst e parlamenter û wezîr û serokmar û Hikûmeta Kurdistanê pêkve kar bikin û kar ji bo Kurdistanê bikin.”
Dr. Mehmûd Usman ragihand: “Ji bo beşdariya Kurdan di hikûmeta nû ya Iraqê de pêwîst e Neteweyên Yekbûyî ya aliyekî din mafên Herêma Kurdistanê garantî bike, ku pêwîst e aliyên siyasî yên Kurdistanê di danûstandinên xwe de pêdagiriyê li ser vê xalê bikin.”




