26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encûmena Rûhanî ya Êzdiyan daxwazek ji Parlamentoya Kurdistanê heye

Çavkanî: KDP.info

 

Dihok-KDP.info- Encûmena Rûhanî ya Êzdiyan di civîna xwe ya dawî de biryar daye ku bi mebesta wergirtina kursiyê kota ji parlamentoya Kurdistanê, serdana aliyên siyasî yên Kurdistanê bike.

Şêwirmendê Encûmena Rûhanî ya Êzdiyan Faris Elyas ji malpera KDP.info re ragihand: “Me di civîna xwe ya dawî de duhî biryar li ser çend mijaran da, mîna wergirtina kursiyê kota yê Êzdiyan di Parlamentoya Kurdistanê de, ku derbarê vê yekê de me peyamek ji Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê re amade kir.”

Elyas wiha got: “Ji bo vê mebestê şandeke hevbeş ji Êzdiyan dê serdana Parlamentoya Kurdistanê bike û ligel tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanê bicive ji bo wergirtina kursiyê kota yê Êzdiyan. Êzdî xwedî taybetmendiyeke olî ne li Kurdistanê û eger kursiyeke wan ê kota nebe, dibe ku ji Parlamentoya Kurdistanê bêpar bimînin.”

 

Nûçeyên têkildar