26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şeşo: Şêwirmendên leşkerî yên welatan li Şingalê navendeke leşkerî ava dikin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê Qasim Şeşo ragihand ku çendîn şêwirmendên leşkerî yên welatan hatine Şingalê û li wir navendeke leşkerî mezin ava dikin.

Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Li gorî zanyariyên me, çendîn şêwirmendên leşkerî yên welatan li bajerokê Şingalê û li başûr û bakurê Şingalê diçin û tên û mijûlî danîna navendeke leşkerî mezin in.”

Wî fermandarê Pêşmege wiha got: “Ew navenda leşkerî dê gelek welat ji aliyê leşkerî ve tê de beşdar bibin û armanca wan dûrxistina hêzên Heşda Şeibî ye. Ji ber ku beriya niha Êzdiyan ev daxwaz ji welatan kiribûn, ji ber ku hebûna wan milîsan gef e li ser Êzdiyan.”

Qasim Şeşo wiha domand: “Êzdî berdewam daxwaz dikin ku Hêzên Pêşmerge navçeyên wan biparêzin, ji ber ku ev daxwaza Êziyan ne li Şingalê, ji ber ku Êzdî baweriya wan bi ti hêzeke din nayê. Wek em dibînin hêj xelk venagerin ser malê xwe, ji ber ku ligel hebûna Heşda Şeibî û hêzên Iraqê aramî û ewlehî li Şingalê tune ye.”

Beriya niha hêzeke Amerîkî li başûrê Şingalê bicîh bibû, pispor jî dibêjin ew hêz ji bi parastina sînorên di navbera Iraq û Sûriyê û herwiha kêmkirina hêza welatên herêmî hatine Şingalê.

Nûçeyên têkildar