26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dadgeha Federalî ya Iraqê hilweşandina dengdana taybet red kir

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Dadgeha Federalî ya Iraqê di civîna xwe ya îro de biryar da, ku hilweşandina dengdana taybet û awareyan û dengdana derveyî welat neyasayî ye û berovajî mafê dengdanê yê dengderan e û hilweşandina wan dengan red kir.

Dadgeha Federalî ya Iraqê îro li ser sererastkirina yasaya hilbijartinan, ku ji aliyê parlamentoyê ve hatiye pesendkirin, biryara xwe de û ragihand, ku ew sererastkirin destûrî ye.

Dadgeha Federalî ya Iraqê herwiha li ser dengdana taybet a Herêma Kurdistanê jî ragihand, ku ev biryara parlamentoya Iraqê neyasayî ye û hilweşandina dengdana taybet li Herêma Kurdistanê red kir.

 

Nûçeyên têkildar