Xewna Kurdan di damezirandina dewleteka serbixwe de gehiştî ye qunaxeka pêşkeftî

Rojnama Birîtanî Gardiyan ya bi navudeng di gotara serekiya hejmara xwe ya roja çar şembiya bûrî 9/1/2013 diyarkirî ye ku kurd dihêne hejmartin mifadarên serekî ji şoreşên buhara erebî û hevirikiya çekdar li suriyayê.
Gotara rojnama navibirî ku çendîn ajansên dengubasên erebî veguhastî ye xûyakirî ye, kurd li rojihelata navîn mifadarên serekî ne ji helbûna şoreşên buhara erebî bi taybetî ji şureşa surî piştî wê ziyana mezin ya tuşî kurdan bûy piştî şkestina îmbiraturiyeta Usmanî.
Dîsa amaje daye ku ew xewna kurdan di damezirandina dewleteka serbexo da niha gehiştî ye qûnaxeka pêşkeftî û dê ya girêday encamên rûdanên buhara erebî be.
Di berdewamiya babetê xwe de gardiyan dibêje, armanc û xewna kurdan di pêkînan û komkirina pişkên dewleta xwe ya dîrokî û çaverêkirî her ji helbûna şerê cîhaniyê yekê li sala 1914 û paşî şkestina îmbiraturiyeta Usmanî li sala 1924 ku Berîtaniya û Frensa li wî demî soz dabû kurdan di çarçûvê peymana Saykis-Bîko ya sala 1916 dewleta wan ya serbexo bihête pêkînan, lê ji sozên xwe lêvebûn û di encamda kurd bûne kêmatiyên jêk cuda û li bin tebeseriyê li her çar welatên îran, îraq, turikiya û sûriya.
Zêdetir dibêje, kurd bi çendîn şoreşan dijî wî sîstemê nû ewê li ser hatî ye sepandin rabûne bi taybetî li Îraqê, lê cugrafiya siroştî û jîngeha cîwsiyasî bûne rêgir ku şoreşên wan bi serinekevin.
Li dûmahiyê rojnama navibirî dibêje, şoreşa sûriyayê delîveyeka guncaye bo kurdan bo guhorîna wê jîngeha cîwsiyasî li deverê bo berjewendiya xwe, lê turikiya rêgire beramber bidestiveynana vê armancê, ji ber ku dê tuşî ziyaneka mezin be ji cudabûna kurdan û damezirandina dewleteka serbexwe ku dê pişkekê ji axa xwe ji dest det ji bo wê armancê




