Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê Yekîtiya Zanîngehên Erebî kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî kir.
Îro Yekşema 10.06.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Profesor Sultan Ebu Erabî Eladwan Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî kir.
Li hevdîtinê de Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî spasî Serok Barzanî kir ji bo rexsandina hevdîtinê û ji bilî wê balkişand li ser rola Serok Barzanî li şerê teror û aramî û hevkêşeyên navçeyê, pîrozbahiya serkeftina lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê jî li Serok Barzanî kir di hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê de.
Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî li dirêjahiya axaftina xwe de pêzanînên xwe ji bo rol û pêgeha zanîngehên Herêma Kurdistanê hebû ku li geşbûneke berdewamdane û standardên navdewletî ya xwendinê bi başî bi dest ve anîne.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî kir û destxweşiyê li rola wê sekreteriyetê kir li çalakî û karên wan da û piştevaniya xwe jî ji bo hemû cûre peywendî û hemahengî û hevkariyên di navbera zanîngehên Kurdistanê û zanîngehên Erebî nîşan da.
Rewşa siyasî û guhertinên dawî yên navçeyê û Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.




