26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fazil Mîranî: Ji bo parastina destkeftên Kurdistanê pêwîst e em yekrêz bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku pêwîst e nû ya Hikûmeta Iraqê prensîpên tifaq û hevsengiyê tê de hebin. Herwiha got, ji bo parastina destkeftên Kurdistanê pêwîst e aliyên siyasî yên Kurdistanê li Bexdayê yekrêz û yekhelwêst bin.

Îro Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Doglas Sîlîman û Konsulê Amerîka li Kurdistanê Kn Gros û şanda ligel wan kir.

Di wê hevdîtinê de Fazil Mîranî behsa rewşa Kurdistan û Iraq û navçeyê kir û got ku divê danûstandinên aliyên siyasî ji bo pêkanîna hilkûmeta nû bi awayekî bin ku hemû alî ji proje û bernameyên wê hikûmetê razî bin.

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku pêwîst e nû ya Hikûmeta Iraqê prensîpên tifaq û hevsengiyê tê de hebin. Herwiha got, ji bo parastina destkeftên Kurdistanê pêwîst e aliyên siyasî yên Kurdistanê li Bexdayê yekrêz û yekhelwêst bin.

Balyozê Amerîka jî tekez kir ku ew dixwazin pirsgirêk û nakokiyên li Iraqê bi rêya gotûbêj û jihevtêgiheştinê bên çareserkirin û ligel yasayê de guncaw bin, ji ber ku asayiş ş aramiya vê navçeyê bo Amerîka û cîhanê girîng e.

 

Nûçeyên têkildar