şandeka Partîya Demokrata kurdistana bakur û şandeka jinên rojavaya kurdistanê seredana mezara nemiran kirin

Ji bo tekezkirina soz û wefadarîyê, şandeka Partîya Demokrata Kurdistan bakur, ku pêkhatîye ji, Bayram Eyas û Baran Hefre endamên serkirdayetîya Partîya Demokrata Kurdistan bakur, seredana mezara nemiran li devera Barzan kirin.
Li wêderê ji alîyê komîta pêşwazîyê ve hatin pêşwazîkirin û di dêrendazeya seredanê de piştî danîna gulan li ser gora herdu nemiran û xwendina soreta El-fatîhe, tê de rol û xebata Barzanîyê nemir di şoreşên kurdistanê de bi girîngî dan nirxandin, ji alîyekê din ve şandeka jinên rojavaya kurdistanê bi serokatîya dîya Ciwan endama komîta navendîya demokrata kurd El-partî ya li Sûrîya seredana gora herdu nemiran kirin û ji alîyê komîta pêşwazîyê ve hatin pêşwazîkirin, û di dêrendazeya seredanê de piştî danîna gulan li ser gora herdu nemiran û xwendina ayeta El-fatîhe, , tê de rol û xebata Barzanîyê nemir di bizav û tevgera rizgarîxwazên kurdistanê de bi bilindî nirxand û yek ji serkrdeyên mezinên cîhanê dan nîşandan.




