26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê: Em dixwazin alîkariya Êzdiyêm Efrînê bikin lê rê nîne

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Karûbarê Kurdên Êzdî ya Wezareta Ewqaf û Karûbarê Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Xêrî Bozanî ragihand ku Êzdiyên Efrînê ku ji ber hêzên opozisyona Sûriyê koçber bûne, pêwîstiya wan bi alîkariyan heye û Hikûmeta Kurdistanê dixwaze alîkariya wan bike, lê alîkariyên wê naghên destê wan koçberan ji ber ku cihê wan dûr e.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê hêzên opozisyona Sûriyê û Artêşa Tirkiyê ve, ziyaneke mezin gihîştiye wê herêmê û Kurdên Êzdî jî li wir ziyaneke mezin dîtine, ku xelkê 22 gundên wan koçber bûne û 62 mezargeh û cihên wan ên olî hemû hatine xerakirin. Herwiha li wir proseya bi erebkirinê birêve diçe û erebên navçeyên derdora Şamê tên û di malê Kurdan de bicîh dibin.

Derbarê rewşa wan Kurdan, Xêrî Bozan ji malpera KDP.info re ragihand: “Artêşa Azad a opozisyona Sûriyê hemû Êziyên Efrînê koçber kirine û rewşa wan xerab e. Herwiha hemû mezargeh û cihên wan ên olî xerakirine. Xelkê 22 gundan koçber bûne.”

Xêrî Bozanî wiha got: “Em dixwazin alîkariya wan koçberan bikin, lê rê tune ye ku em alîkariyan ji Herêma Kurdistanê bibin ji wan koçberan re.”

Nûçeyên têkildar