26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pispor derbarê Minbic: Ji ber siyaseta PYDê Kurd hatine dûrxistin

Çavkanî: KDP.info

 

Sûriye-KDP.info- Derbarê bajarê Minbicê yê bakurê Sûriyê, herdû welatên Amerîka û Tikriye li ser nexşerêyekê bo çarenivîsa wî bajêrî lihev kirine. Pisporekî pêwendiyên navdewletî jî dibêje, tişta ku derbarê Minbicê hatiye kirin beşek ji guhertinên nava Sûriyê ye û PYD bûye sebeb ku Kurd bên dûrxistin.

Amerîka û Tirkiye li ser birêvebirina bajarê Minbicê ji aliyê îdareyeke hevbeş ve lihev kirine û Tirkiye dibêje pêwîst e PYD ji wî bajêrî vekşe. Lewma jî îro YPGê vekişandina xwe ji wî bajêrî ragihand.

Pispor Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re derbarê bajarê Minbic ragihand: “Mixabin em nizanin çima PYD li Minbicê mabû û em nizanin biryara xwe ji kê wergirtibû. PYD berdewam bi tenê biryarê li ser paşeroja Rojavayê Kurdistanê dide. PYD xizmeta pirsa Kurdî li Sûriyê nake, ji ber ku amade ye ligel hemû aliyên Sûriyê lihev bike, lê qet neamade ye ligel hêzên Kurdî lihev bike.”

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Kerîm Kawe ji malpera KDP.info re ragihand: “Hin aliyên Kurdî hene ku ji bo navçeyên Kurdistanî tenê di destê wan de bin, amade ne xwe bixin nava şaşîtiyên pir mezin de û wan navçeyan jidest didin. Eger Kurd li Rojavayê Kurdistanê yekgirtî û yekhelwêst bana dê rewşa Rojava newisa ba û Kurd ji biryardanê nedihatin dûrxistin û rêvebiriya Minbicê ji destê Kurdan dernediket û nediket destê Tirkiye û Amerîka de. Kurd yekbana dê her di nava guhertinan der rolek dîtibana, lê niha em dibînin ku Kurd ti rolekê nabînin. Ji bo ku Kurd li ser lingên xwe bigrin pêwîst e bibin yek.”

Dr. Kawa Azîzî wiha got: “Amerîka û Tirkiye xwedî berjewendiyên hevbeş in û 2 welatên mezin in, Amerîka jî PYD ji xwe re bikar tanî û ti berjewendiya Amerîka bi PYDê re tune ye. Siyaseta PYDê metirsiyê li ser Kurdên Rojava çêdike.”

Kerîm Kawe wiha domand: “Her aliyek bibe tekrew dê bighê şaşîtiyeke mezin, lê dawî pêwîst e PYD vegere maseya diyalogê, ku Serok Barzanî çend caran hewl da ji bo yekîtiya aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê lê PYD ji aliyê xwe ve ew rêkeftin binpê dikirin.”

Nûçeyên têkildar