26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK bo şanda PAK a Bakur: Em piştgiriya mafên Kurdan li herçar perçeyan dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Partiya Azadî ya Kurdistanê ji Bakurê Kurdistanê serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê kir û di wê hevdîtinê de tekezî li ser berfirehkirina pêwendiyên herdû aliyan hat kirin. Berpirsê PDKê got, PDK û bi rêberatiya hekîmane ya cenabê Serok Barzanî herdem piştevan bûye ji bo mafên rewa yên gelê Kurd li perçeyên din ên Kurdistanê jî.

Şanda PAKê pêk hatibû ji, Serokê PAKê Mustefa Ozçelîk û Cîgirê Serokê PAKê Qasim Ergon û Nûnerê PAKê li Başûrê Kurdistanê Orhan Kaya. Şanda PAKê ji aliyê Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hoşyar Sîweylî hat pêşwazîkirin.

Di wê hevdîtinê de, Hoşyar Sîweylî jibilî bixêrhatina şanda şanda rêveberiya PAKê, behsa pêşhatên dawî yên Kurdistan û Iraqê û navçeyê bi giştî kir, ew jî piştî ragihandina encamên hilbijartinên Iraqê û nakokiyên siyasê yên navçeyê û pêwendiyên ligel welatên ku tê pêşbînîkirin nexşeyên siyasî yên nû û hevpeymaniyên nû derkevin.

Herwiha Hoşyar Sîweylî behsa rol û pêgeha Kurdan kir li navçeyê piştî wan guhertinan û ragihand: “PDK û bi rêberatiya hekîmane ya cenabê Serok Barzanî herdem piştevan bûye ji bo mafên rewa yên gelê Kurd li perçeyên din ên Kurdistanê jî, ew jî li ser prensîpên rêzgirtinê û hevqebûlkirinê û çareserkirina pirsên siyasî bi rêya diyalogê û bi rêyên aştiyane ku bikevin xizmeta aramî û ewlehiya navçeyê. Herwiha PDK dixwaze partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê xwedî bereyeke siyasî yekgirtî bin, ji bo ku di guhertinên siyasî yên Tirkiyê de xwedî hêzeke bi bandor bin ji bo xebata wan a di ber mafên rewa yên gelê Kurdistanê de û ji bo aştî û pêşkeftina siyasî û civakî û hemû warên din jî.“

Ji aliyê xwe ve, Serokê PAKê Mustefa Ozçelîk behsa armanca serdana partiya xwe ji bo Başûrê Kurdistanê kir û pêwendiyên di navbera rêvebiratiya PAK û PDKê de bilind nirxand û got ku di civîna wan ligel Serok Barzanî de, cenabê serok hêviyeke nû daye wan ji bo xebatê û berfirehkirina pêwendiyên siyasî yên aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo xweamadekirinê û mifawergirtin gelê Kurd ji guhertinên navçeyê yên ku birêve ne û dikevin xizmeta pêşkeftina pirsa Kurd ji hemû aliyan ve.

Mustefa Ozçelîk da zanîn ku, lewma jî ew hêvî dikin ku partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ku niha hejmara wan 5 partî ne, hevpeymaniyekê ava bikin ji bo hilbijartinên serokatiya Tirkiyê û xwedî helwîsteke hevbeş bin û herwiha ji bo hilbijartinên şaredariyan yên 2019ê jî ew partî xwe amade bikin û bi yekgirtî û bi yekhelwêst beşdar bibin ji bo bidestxistina maf û destkeftên zêdetir bo xelkê Kurdistanê li Bakur.

Nûçeyên têkildar