26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Pêwîst e hevbeşî û tewafuq û hevsengî li Iraqê hebe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî peyamek bo raya giştî belav kir û tê de ragihand, Piştî birêveçûna hilbijartinên Iraqê rewşeke nû û derfeteke nû ji bo çareseriya kêşeyan pêkhatiye û di vê derfeta nû de pêwîst e gelek bi rûnî kar bi prensîpên hevbeşî û tewafuq û hevsengiyê bê kirin.

Îro Sêşema 05.06.2018 Serok Barzanî di derbarê birêveçûna hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê û encamên wê de li ser rûpela fermî ya tora civakiya Twitterê de peyamek belav kir ku eve jî naveroka wê ye:

“Piştî birêveçûna hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê li 12.05.2018 ji bilî hebûna têbîniyeke zêde li ser çawayiya birêveçûna hilbijartin û encamên wê, rewşeke nû û derfeteke nû ji bo çareseriya pirsgirêk û kêşeyan pêk hatiye.

Di vê derfeta nû de pêwîst e pir bi rûnî kar bi prensîpên (hevbeşî û tewafuq û hevsengiyê) bê kirin, ne wekî berê ku tenê aliyek biryar li ser proseya siyasî û birêvebirina welat bide.

Li ser bingeha wan sê prensîpan em di hewleke ciddî de ne ji bo ku aliyên serekî bigihin encamê û em bawer in ku pabendbûne bi wan prensîpane ku dibe sedema çareseriya bingehîna kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda de û proseya siyasiya Iraqê bi giştî.”

Nûçeyên têkildar