Mehmûd Ehmedî Nijad banga Beşar-Elesed bo Tehranê kir

Serokê komara Îslamîya Îranê " Mehmûd Ehmedî Nijad" banga serokê komara Sûrîya "Beşar El-Esed" bo pişkdarî li kombûnên " Bizava Welatên bê alî" li bajêrê Tehranê bike.
Wek xuyaye ku ev kombûna han dê 4 mehî din bihê li darxistin, ev bizava han jî ji 18 endamên serekî û 20 endamên çavdêr pêkdihê, û Sûrîya jî endamê serekîya evê bizavê ye.
Li gorî rapora ajansa nûçeyên Sûrîya, ku ev vexwendina han bi awayekî fermî ji alîyê wezîrê Îtîla'at Îranê " Raza Teqeyî Por" ve ji Beşar-Elesed re hatîye gihandin.
Li gorî evê raporê, vî wezîrî şoreşa Sûrîya bi tevlîhevîyê da zanîn ku bandora xwe li ser hemû deverê çêkirîye, herweha tekezî li ser piştivanîya Îranê bo Sûrîya di evê barûdoxê kir.
Ev vexwendina han di evê demê de hatîye ku gelek ji berpirsên Sûrîya û her Beşar-Elesed bixwe jî, ji ber tepeserkirina xwepêşandanan, li ser geştkirinê bo derveya Sûrîya ji alîyê gelek dewletan ve hatine qedexekirin.
Wek tê xuyakirin, ku li gorî Neteweyên Yekbûy (NY) hejmara kuştîyan dixwepêşandanên Sûrîya de gihaye nêza 11 hezar kuştî.




