Mesrûr Barzanî bo generalê Hevpeymanan: Pêwîst e zû dagîrkarî li Kerkûkê nemîne

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Cîgirê Berpirsê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Wolter civiya û di wê hevdîtinê de behsa rewşa Kerkûkê kir û got ku pêwîst e zû di çarçoveya madeya 140 de rewşa navçeyên Kurdistanî bê çareserkirin û dagîrkarî Kerkûk û wan navçeyan bidawî were.
Îro 4-6-2018 Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazê li Cîgirê Berpirsê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Wolter û şanda ligel wî kir.
Di wê hevdîtinê de behsa pêşhatên dawî yên ewlehî û siyasî li Iraqê û tevgera terorîstên DAIŞê li navçeyên rizgarkirî bi giştî û derdora Kerkûkê bi taybetî hat kirin. Herdû aliyan gotûbêj derbarê qonaxa bê û rûbirûbûna terorîstan jî kirin.
Mesrûr Barzanî derbarê vê qonaxê amaje bi rewşa berê ya parêzgeha Kerkûkê kir û ragihand: “Dema Kerkûk û derdora wê di bin kontrola Pêşmerge de bûn pir aram û parastî bûn, lewma jî pêwîst e zû û li gorî pilanekê madeya 140 a destûr rewşa wan navçeyan bê çareserkirin û dagîrkerî li wir bidawî were.”
Mesrûr Barzanî herwiha got ku girîng e bawerî di navbera Hêzên Pêşmerge û Hêzên Iraqê de hebe.
Her di wê civînê de, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê tekez kir ku Herêma Kurdistanê pêbend e bi şerê xwe li dijî terorîstan.




