Hikûmeta Kurdistanê amarên dawî yên qurbaniyên Êzdiyan ragihand

Şingal-KDP.info- Rêveberiya giştî ya karûbarên Êzdiyan li wezareta Ewqaf û karûbarên olî ya hikûmeta herêma Kurdistanê amarên dawî yên qurbanî dana Êzdiyan ragehand.
Li gor amarên rêveberiya Ewqafê ku li Netewên Yekbûyî jî hatiye belge kirin, hejmara Êzdiyan nêzîk 550 hezar kes e. hejmara koçberên ji ber êrîşên DAIŞê jî nêzîk 360 hezar kes e. herwaha hejmara şehîdan jî, ji roja yekem a êrîşa DAIŞê ve heta naha geheştiye 1293 kes an.
Li gor heman amaran hejmara zarokên bê bav mane, 1759 zarok in. herwaha hejmara zarokên bê dayîk jî mane 407 zarok in. ji aliyê din ve 359 zarok bê dayîk û bav mane û 220 zarok jî dayîk û bavê wan ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin. Bi vî awayî zarokên ku bûne qurbana êrîşên DAIŞê bi giştî 2745 zarok in.
Hejmara gorên komî li Şingalê ku heta naha hatine aşkera kirin 68 gorên komî ne. dervey wê jî gelek gorên takekesî hene. Hejmara merqed û tirbeyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine teqandin jî 68 tirbe ne.
Herwaha li gor daxuyaniyê tê gotin zêdetirî 100 hezar hemwelatiyên Êzdî bi naçarî welat bicîh hêlane û koçî dervey welat kirine.
Di êrîşa DAIŞê ya ser Şingal û derdora wê de (03.08.2014) 6417 kes hatin revandin û ji wan 3548 keçên ciwan bûn û 2869 kes jî zilam û xortên ciwan bûn.
Piştî hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê û hêzên ewlehî û Pêşmergeyên Kurdistanê 3300 jin ji dest DAIŞê hatin rizgarkirin. Herwaha 1150 zilam û 337 zarok jî hatin rizgar kirin.




