Heşda Şeibî şerê bazirganiya Kurdistanê bike..Dixwazin Kurdistanê lawaz bikin

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Giştî yê Wezareta Bazirganiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulrezaq Nawendî dibêje, çekdarên Heşda Şeibî berdewam in li ser binpêkirinên xwe li dijî bazirganên Kurd, ku hêj gumrikê ji wan distînin, da ku asta bazirganiyê li Kurdistanê zêde nebe û her lawaz be û karê bazirganiyê biçe sînorê Iraqê.
Çekdarên Heşda Şeibî li ser rêya ku kelûpel ji Herêma Kurdistanê diçin navçeyên naverast û başûrê Iraqê, xalên kontrolê yên neyasayî danîne û bi kêfa xwe gumrikê davêjin ser bazirganên Kurd û ev yek bandoreke xerab li asta bazirganiyê ya Kurdistanê dike.
Rêveberê Giştî yê Wezareta Bazirganiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulrezaq Nawendî derbarê wê yekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew kelûpelên ku ji derveyî Kurdistanê tên, li xalên sînorî gumrika wan tê stendin, lê dema ku bazirgan dibin navçeyên Iraqê Heşda Şeibî jî gumrika neyasayî ji wan distîne.”
Ebdulrezaq Nawendî wiha got: “Hikûmeta Iraqê haya wê jê heye ku Heşda Şeibî gumrikê ji bazirganên Kurdistanê distîne, lê ti karekî li dijî wan nake ji ber ku dizanin wê gumrikê tenê ji Kurdan werdgrin. Mebesta wan ji wergirtina gumrikê ew e ku bazirganiyê ji Kurdistanê bibin Iraqê û Kurdistanê lawaz bikin.”




