26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Aloziya Iraqê çareser nebe dê şer derkeve û siberojeke tarî çêbibe

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Roj bi roj alozî di navbera Parlamento û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ya Iraqê aloztir dibe û dibe ku ew pirsgirê zehmetir bibe. Siyasetmedar û çavdêrên siyasî jî dibêjin, eger ew alozî çareser nebe dibe ku şer li Iraqê derkeve û Iraq ber bi siberojeke tarî ve biçe.

Hin aliyên ku di hilbijartinên vê dawiyê yên Iraqê de şikestine, beriya çend rojan civîneke parlamentoyê lidar xistin û tê de biryar dan ku encamên hilbijartinê li gelek navçeyan bên betalkirin û li hemû Iraqê jî dîsa %10ê ji dengan dîsa bên hijmartin. Lê aliyên siyasî yên Iraqê ku di hilbijartinan de biser ketibûn û ligel Komîsyona Hilbijartinan wê yekê red dikin û dibêjin ne ji mafê parlamentoyê ye wê biryarê bide ji ber ku bi xwe dema parlamentoya niha bidawî bûye. Lewma jî rewşa Iraqê ber bi rewşeke metirsîdar diçe û tê pêşbînîkirin ku rûniştina yekem a Parlamentoya û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dereng bikevin yan jî bi hêsanî pêk neyên, ji ber ku herdû alî rijd in li ser biryarên xwe.

Çavdêrê Siyasî Tariq Cewher ji malpera KDP.info re ragihand: “Di hikûmeta nû de, dê hevkêşiya hêzên Iraqê bê guhertin û ev yek dê ne bi dilê gelek aliyên Iraqê be. Lê eger tifaq û şirîkatî li Iraqê nebe, dê rewşa Iraqê aloz be û aramî lê nebe. Herwiha eger helwesta Iraqê li hemberî daxwaz û mafên Kurdan neyê guhertin û madeya 140 neyê cîbicîkirin, dê aramî li Iraqê pêk neyê. Aramî li Iraqê bicîh nebe dibe ku şerekî mezin lê çêbibe û Iraq bibe meydana şerên dewletan. Eger ew alozî çareser nebe dibe ku şer li Iraqê derkeve û Iraq ber bi siberojeke tarî ve biçe.”

Derbarê rewşa niha ya Iraqê, Serokê Frakisyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di Parlamentoya Iraqê de, Mûsena Emîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Komîsyona Hilbijartinan jî xwe xistiye destê aliyên siyasî de û bi yasayê kar nake. Pêwîst e deng bi destan bên hijmartin ji bo wan aliyên ku dibêjin sextekarî hatiye kirin, ku guman li cem wan nemîne.”

 

Nûçeyên têkildar