Kerkûk- Fermandarekî Iraqê çavdêriya dagîrkirina erdê Kurdan dike

Kerkûk-KDP.info- Endamekî komîteya asayiş û bergiriyê di Parlamentoya Iraqê de dibêje, Ereb bi alîkariya fermandarekî polîsê Iraqê gefan li Kurdên gundekî ser bi nahiyeya Sergerdan a Kerkûkê dixwin, û dibêje çareserî ew e ku Hêzên Pêşmerge vegerin Kerkûkê.
Nahiyeya Sergerdan ser bi navçeya Dubiz a Kerkûkê ye û piştî bûyerên 16ê Cotmehê Heşda Şeibî û hêzên Iraqê gelek Ereb aîne gundên wê navçeyê û bi zorê erdên Kurdan ji wan distînin û ciwanên wan dikin çekdar, ku bi çekên xwe gefan li Kurdan dikin û wan digrin ji bo ku ji erdê xwe derkevin.
Rêveberê Nahiyeya Sergerdan Luqman Husên jî dibêje, Kurdan li wan Ereban gilî kirine, lê polîsê Iraqê li şûna ku wan çekdaran bigrin, Kurdan digrin û sivkatiyê bi wan dikin.
Derbarê wan binpêkirinên Iraqê li Kerkûkê, Endamê Komîteya Asayiş û Bergiriyê ya Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Fermandarekî polîsên Iraqê heye ku navê wî Eqîd Elî ye û cîgirê fermandarê Fewca Îtîhadî ye, ew fermandar pereyan ji Ereban distîne û wan Ereban dike çekdar û dişîne ser Kurdan, ji bo ku rûmeta Kurdan bişkînin. Min jî ev yek gihandiye Fermandarê Polîsê Îtîhadî û Wezîrê Navxwe yê Iraqê.”
Şaxewan Ebdulah wiha got: “Ereb diçin ser malê Kurdan û ew fermandarê polîsê Iraqê jî ji Kurdan re dibêje ne ji mafê we ye ku hûn rêgiriyê li wan bikin. Ji bo ku ew pirsgirêkên ku li wê navçeyê û li Kerkûkê çareser bibibn, pêwîst e madeya 140 were cîbicîkirin û Hêzên Pêşmerge vegerin navçeyên xwe. Ji ber ku di serî de tenê çend malên Ereb hatin navçeya Dubiz, lê dema Ereban dîtin ku pêşwazî li wan tê kirin, êdî hejmareke mezin berê xwe didin Kerkûkê.”




