Berdevkê PDKê: Serokmarî ji mafê me ye..Em berjewendiyên Kurdistanê nakin qurbanî pêwendiyên xwe

Hewlêr-KDP.info- Endamê Polîtburoya PDKê û Berdevkê Fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed dibêje, di hilbijartinên vê carê yên Parlamentoya Iraqê de dengên koçberên Şingalê nehatin hijmartin, ku ev jî zilmekî din e ku li xelkê Şingalê hat kirin û vê yekê bandoreke xerab li kandîdên Şingalê kir ku çawa sala 2014 xelkê Şingalê bi destê DAIŞê hatin enfalkirin vê carê jî dengê wan hat enfalkirin.
Mehmûd Mihemed ji heftenameya Gulan re axivî û wiha got: “Dengên PDKê li Silêmaniyê hatine destkarîkirin û ev dengên ku hatine ragihandin ne dengên PDKê ne. Em daxwaz dikin ku lêkolîn bi yasa û qanûnê li ser dengên bên kirin, ji bo ku guman li cem me nemînin.”
Berdevkê PDKê derbarê hilbijartinan li Şingalê jî ku 116 sinduq, ku di nava koçberên Şingalê de hatibûn danîn, ji aliyê komîsyona hilbijartinan ve hatine birin û ew sinduq nehatine hesabkirin û dengê koçberên Şingalê şewitiye, ragihand: “Vê yekê jî zilmeke din li xelkê Şingalê kiriye, ku hemû dengên xelkê Şingalê di nava wan sinduqan de bûm û vê yekê bandoreke xerab li ser dengê kandîdên Şingalê kiriye. Hin aliyên li Bexdayê bi wî karî dixwestin dengê PDKê li parêzgeha Neynewa (Mûsil) kêm bikin û nehêlin PDK bibe lîsta yekem li wê parêzgehê. Wek çawa sala 2014 xelkê Şingalê bi destê DAIŞê hatin enfalkirin vê carê jî dengê wan hat enfalkirin.”
Derbarê avakirina yekîtiyekê di navbera aliyên Kurdistanî de beriya ku biçin Bexdayê, Mehmûd Mihemed wiha domand: “Hewlên cidî hatin dan ku aliyên Kurdistanî bi yekgirtî biçin Bexdayê, lê 6 aliyên siyasî razî nebûn ku ligel me bicivin, bihênceta ku ew encamên hilbijartinan li Silêmaniyê red dikin ji ber ku sextekarî li wir hatiye kirin. YNK jî berê şandek şandibû Bexdayê, lewma jî şanda PDKê bitenê çû Bexdayê, ji ber ku YNK jî bi şandeke hevbeş ligel PDKê neçû.”
Berdevkê PDKê derbarê mercên PDKê ji bo beşdariya di hikûmeta bê ya Iraqê de, ragihand: “Ji bo ku em di hikûmeta nû ya Iraqê de beşdar bibin, pêwîst e 3 bingehên sereke werin cîbicîkirin, ku ew jî (şirkatî, tifaq û hevsengî) ne. Bi wateya ku em dixwazin di wê hikûmetê de şirîkê bi rastî bin. Emê di qonaxeke nû re derbas bibin û ji me re girîng e ku em nas bikin dê pêwendiyên me û Bexdayê çawa bin û dê çawa şirîkatiyê ligel me qebûl bikin.”
Mehmûd Mihemed derbarê hebûna guvaşan li ser aliyên Iraqî ji aliyê Amerîka û Îranê ve bo diyarkirina serokwezîrê bê yê Iraqê, wiha got: “Em wek PDKê guh li hemû aliyên navdewletî û navçeyê dikin, lê em jî xwedî gotina xwe ne. Dema ku em li wan guhdar dikin, nayê wê wateyê ku emê tişta ku ew dixwazin emê bikin. Em li berjewendiyên Kurdistanê digerin û li ser vê bingehê kar dikin. Beriya niha gelek caran aliyeke navdewletî hinek daxwaz ji me kiriye, me jî berjewendiyên xwe ji bo daxwazên wê paş xistine, lê wî alî sozên xwe cîbicî nekiriye. Lewma jî em niha berjewendiyên xelkê Kurdistanê nakin qurbanî pêwendiyên xwe û ji bo soz û daxwazên ti aliyekî em daxwazên xwe paş naxin. Pêwîst e em pêwendiyên xwe bixin xizmeta berjewendiyên gelê Kurdistanê. Bêguman ew aliyên ku berjewendiya gelê Kurdistanê jî dixwazin emê pêwendiyên xwe ligel wan bihêz bikin.”
Derbarê kursiyê serokatiya Iraqê jî, Mehmûd Mihemed ragihand: “Sala 2005 rêkeftin di navbera PDK û YNKê de çêbû ku Serok Barzanî û rehmetî Mam Celal îmze kirin, û tê de kursiyê serokatiya Iraqê ji bo YNKê bû û serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo PDKê bû. Lê YNK ji wê rêkeftinê vekişiyaye û derbarê serokatiya herêmê tevlî opozisyonê bibû. Ji ber ku ew rêkeftin nemaye, pêwîst e em dîsa gotûbêjan bikin ku kî kursiyê serokmar werbigre. Bêguman li gorî kursiyan jî pêwsît e ew kursî ji para PDKê be û em dibînin ku ji mafê PDKê ye wî kursî werbigre.”




