Wezîrê Darayî: Projeyasa çaksaziyê pesend bibe dê sîstema mûçeyan jî were başkirin

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ragihand, eger Parlamentoya Kurdistanê projeyasaya çaksaziyê cîbicî bike ev yek dê bibe sedema vegera xerceke zêde û herwiha bi vî awayî dê bi vî awayî bikarin sîstema paşkefta meaşan jî were başkirin.
Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ragihand: “Me weke hikûmet projeyasaya jimare 9 a sala 2014ê ji parlamentoyê re şand. Di projeyasayê de tê gotin, ku ew kesên ji 15 salan kêmtir xizmet kiribin an jî temenên wan ji 50 salî kêmtir bin bila malnişîn nebin. Ev made pir dadperwerî ye. Niha em daxwaz dikin ev yasa were pesendkirin û kar bi vî yasayî were birêvebirin. Herwiha ew kesên ji meaşên xwe zêdetir werdigrin ku li gorî yasayan nehatine rêkxistin, ji nû ve werin sererastkirin. Projeyasa çaksaziyê pesend bibe dê sîstema mûçeyan jî were başkirin.”
Rêbez Hemlan da zanîn, ku dahata navxwe mehane 110 heta 130 milyar dinar e. Hemlan destnîşankir, ku girtina firokexane û deriyên sînor jî bandoreke mezin li dahata navxwe dikin.
Hemlan amaje bi wê yekê kir, ku dahata petrolê jî li gorî mehan diguhere û Herêma Kurdistanê rojane 300 heta 320 hezar bermîl petrol hinarde dike û her heyv 378 milyar dînar digihe Wezareta Darayî.




