Sozan Amêdî: Hilbijartinan giranî û senga hemû partiyan diyar kir
__2018_05_24_h15m8s46__ER__2018_05_24_h19m12s58__HK.jpg)
Dihok-KDP.info- Mamosteya zanîngehê û çavdêra siyasî Dr. Sozan Amêdî dibêje, piştî ragihandina encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, seng û giraniya hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê û yên Iraqê jî diyar bû û piştrast bû ku PDK partiya yekem e li ser astê hemû Iraqê.
Dr. Sozan Amêdî ji malpera KDP.info re ragihand: “Guvaşên siyasî û aborî û leşkerî ketin ser Herêma Kurdistanê, lê piştî ragihandina encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, seng û giraniya hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê û yên Iraqê jî diyar bû û piştrast bû ku PDK partiya yekem e li ser astê hemû Iraqê. Ev yek ji civaka navdewletî re jî aşkere bû. PDK jî pêwîst e xwe nêzîkî wî alî bike yê ku mafên Herêma Kurdistanê nas bike.”
Amêdî wiha got: “Hikûmeta nû ya Iraqê qet nayê avakirin bê beşdariya aliyên Kurdistanî û bi taybetî jî PDK. Vê carê her rêkeftinek bê kirin ji bo pêkanîna hikûmetê pêwîst e bi nivîsandin bê parvekirin û ne tenê bi gotinê be û pêwîst e aliyê sêyem ku navdewletî be garentiya wê rêkeftin û mafê gelê Kurdistanê bike.”




