Mîranî û Balyozê Îranê behsa hevrêziyê di nav Kurdistan û Îranê de kirin

Hewlêr-KDP.info- Balyozê Îranê li Bexdayê Îrec Mescidî, îro piştî civîna wî li gel şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê got: "Pêwendî û hevrêziyeke me ya baş û dîrokî li gel Herêma Kurdistanê heye".
Îrec Mescidî derbarê pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê got: "Hêvîdar im hikûmeteke bihêz li Iraqê pêkbê, lê hîn zû ye behsa pêkanîna wê bêkirin".
Ji aliyê xwe ve serokê şanda PDK ji bo Bexdayê Fazil Mîranî got: "Komara Îslamî ya Îranê, dosta Herêma Kurdistanê ye û em hevkarê hev in û roleke giring ji Îranê re li navçeyê heye û li gel balyozê Îranê li Bexdayê, gellek nerînên me yên hevbeş hene".
Ev çend roj in şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bexdayê ye û li gel qebareyên serketî û hêzên bibandor yên meydana siyasî li Iraqê û nûneratiyên welatan dîdar û civînan lidar dixe.




