Mexmûr bûye serbazgeheke mezin ji hêzên Iraqê re
__2018_05_23_h17m54s30__ER__2018_05_23_h18m49s51__HK.jpg)
Mexmûr-KDP.info- Qayimeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed ragihand ku, Mexmûr bûye serbazgeh û navendeke leşkerî ji hêzên Iraqê re, ku tije hêz û çekên giran kirine.
Rizgar Mihemed ji malpera KDP.info ragihand: “Tevî ku me çendîn car daxwaz ji hêzên Iraqê kiriye ku ji Mexmûrê derkevin, lê fermandarên Iraqê yên li Mexmûrê raszî nabin û Mexmûr ji wan re bûye serbazgeh.”
Mihemed wiha got: “Ji ber wê hêza Iraqê ya mezin li Mexmûrê hêj jiyan normal nebûye û hêj Mexmûr wek serbazgehekê ye û li hemû cade û kolanên Mexmûrê hêz û çekên giran hene. Pêwîst e ew hêz zû derkevin ji nava Mexmûrê û jiyan normal bibe.”




