26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mîranî: Gelek xalên hevbeş di navbera aliyên siyasî de hene

Çavkanî: KDP.info

 

Bexda-KDP.info- Sekreterê polîtboruya PDKê Fazil Mîranî piştî civîna şanda PDKê ligel çend aliyên Iraqî ragihand ku, gelek xalên hevbeş di navbera aliyên siyasî de hene. Herwiha got jî ku piştî ew ligel hemû aliyên Iraqê bicivin dê gotina dawiyê bidin.

Di çarçoveya kongreyeke rojnamevanî de derbarê encamên hevdîtinên wan li gel aliyên siyasî li Iraqê li Bexdayê Sekreterê polîtboruya PDKê Fazil Mîranî got ku, hevdîtinên me berdewam in tevî ku, xalên nakok di navbera aliyên siyasî de heye lê xalên hevbeş û têkgihiştin jî heye.

Derbarê bi yekgirtina aliyên Şîe û pêkateyên hikûmetê Fazil Mîranî got ku, di nerîna min de eger aliyên Şîe wiha bikin ti destkeftan wernagrin û serkeftî nabin, ne şerte hemû pêkhate di nav hikûmetê de bin lê ya baş ewe kar di nav hikûmetê de bikin.

Derbarê pirsa li ser posta serokkomariya Iraqê Mîranî ragihand ku, ew dawîn babete danûstandinê li ser dikin.


 

Nûçeyên têkildar