Serok Barzanî nameyek ji Serokê Filistîn re şand

Hewlêr-KDP.info- Ji ber têkçûna rewşa tendirustiya Serokê Filistînê Mehmûd Ebas Serok Barzanî peyamek jê re rêkir.
Berpirsê Karûbarên Siyasî û Pêwendiyên Giştî yê Ofîsa Serok Barzanî Hêmen Hewramî ragihand ku, piştî di çend rojên borî de rewşa tendirustiya Serokê Filistînê Mehmûd Ebas têkçû û niştegeriyek jêre hate çêkirin, li ser daxwaza cenabê Serok Barzanî me serdana Balyozxaneya Filistîn li Hewlêrê kir.
Berpirsê Karûbarên Siyasî û Pêwendiyên Giştî yê Ofîsa Serok Barzanî da zanîn ku, me peyama Serok Barzanî û agehdarbûna wî ji rewşa tendirustiya Mehmûd Ebas gehande wan û hêvî kir ku, xwedê şifayê jê re bişîne.
Herwiha Hewramî diyar kir ku, Balyozxaneya Filistînê ji aliyê xwe ve sipasiya nameya Serok Barzanî kir û dûpat kir ku, gel û hikûmeta Filistînê Serok Barzanî rêber û Simbola rewa ya gelê Kurdistanê dibînin.




